Me bi hevalan re projeyek nû dest pê kir: NextGen Kurdî Em li Amedê forumên ciwanan pêk tînin û dixwazin qadekî biafirînin ku ciwan biaxivin, nîqaş bikin, fikrên xwe parve bikin û dengê xwe bilind bikin. NextGen Kurdî ne tenê civînek e. Ev hewldanek e ji bo ku ciwan: bi hev re were li ser mijarên civakî, çandî û rojane biaxive ji hev fêr bibe û xwe bêtir di civakê de bibîne. Em bawer in ku dengê ciwanan girîng e û divê bêtir were bihîstin. Ji ber vê yekê, em ne tenê li foruman in, em di cîhana dijîtal de jî aktîf in. Niha em li ser Instagram, Twitter/X, Facebook, YouTube û TikTok jî hene. Li wir hûn dikarin: ji forumên me yên nû agahdar bibin beşdar bibin naverok û parvekirinên me bişopînin û beşek ji vê tora ciwanan bibin Heke tu jî dixwazî ku beşdar bî, gotinên xwe parve bikî û bi ciwanên din re bi hev re bî, tu jî bi me re be. Dengê te girîng e Kerem bikin werin; Dengê xwe bilind bikin!